Atölyeler
Online Atölyeler
Bu atölyeler iki yaş grubuna yönelik olarak açılmaktadır: 4-6 yaşındaki çocuklar, 7-12 yaşındaki çocuklar.
Kürtçe (Kurmanci ve Kırmancki) bilen 4-6 yaşındaki çocuklara yönelik atölyeler
Di atolyeyên zarokên 4-6 salî de bi rêya lîstik, stran, çalakî, bihîstin û axaftinê zarok zanîna xwe ya zimanê kurdî bi pêş dixin. Zarokên 4 salî her tim dixwazin qala bûyer û tiştan bikin. Zarokên di van temenan de serpêhatiyan li gorî dema bûyeran vedibêjin û ji bo axaftinê û parvekirinê pir kelecanî dibin. Piştî pênc an şeş saliya xwe, zarok dikarin di navbera 10.000 û 14.000 peyvan bi kar bînin. Lewma em bi rêya van atolyeyan hewil didin ku hejmara peyvên ku zarok dikarin bi kar bînin zêdetir bikin.
Kürtçe (Kurmanci ve Kırmancki) bilen ve bilmeyen 7-11 yaş grubundaki çocuklara yönelik atölyeler
Di atolyeyên zarokên 7-11 salî de zarok bi rêya lîstik, stran, çalakî, xwendin, axaftin, nivîsîn û bihîstinê zanîna xwe ya zimanê kurdî pêşve dibin. Zarokên vê komê xwendin û nivîsandina bi kurdî hîn dibin û bi pêş dixin. Zarok piştî 8-10 saliya xwe êdî biwêjan fam dikin. Di van atolyeyan de lîstikên online tên lîstin, çîrok tên xwendin, hewil tê dayîn ku zarok bi xwe çîrokên xwe ava bikin da ku xeyalkirina wan a bi kurdî pêşvetir biçe. Zarok bi xwendin û afirandina çîrokan zanîna xwe ya zimanê kurdî pêşve dibin. Zarok di çîrokan de qala leheng, dem, mijar û bûyeran dikin. Zarok fikir, xeyal û afirandinên xwe yên hunerî bi hev re parve dikin. Ev yek jî xwebaweriya zarokan zêdetir dike.