Xebatên Me


Ji ber nebûna statûyeka zimanê kurdî li Bakur û Tirkiyeyê û ji ber zext û astengiyên siyasî gelê kurd nikare bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne.
Lewma jî piraniya kurdan li Bakur û Tirkiyeyê nikarin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Her wiha, ji ber polîtîkayên asîmîlasyonîst ku bi şêweyeke sîstematîk ji hêla dewletê ve tên meşandin, hinek kurd bi zimanê xwe nizanin. Dîsa ji ber nebûna piştgiriyeke dezgeyî û fermî, zimanê kurdî ji her cure îmkanên aborî û jiyanî bêpar hatiye hiştin û ji ber reşkirin û biçûkxistina di nav salan de prestîjeke civakî ya kêm ketiye para zimanê kurdî. Ev û gelek fakterên dîtir jî dikin ku zimanê kurdî her ku biçe li malan û li bazarê kêmtir bê axaftin.
Eger pêşî li vê trendê neyê girtin, zimanê kurdî li Bakur û Tirkiyeyê dê bikeve rewşeke xeternaktir. Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo ku li ser vê rewşa heyî hişmendiyek çêbibe, xebatên wekî konferans, panel, semîner û komxebatan encam dide; atolyeyên hînkirina xwendin û nivîsîna kurdî û hînkirina kurdî li dar dixe; piştgiriya weşanên bi kurdî dike û bi xwe jî weşanan derdixe.