Loading...
Skip to Content

Analîza Du Xebatên Destpêkî yên Rêzimana Kurmancî

Analîza Du Xebatên Destpêkî yên Rêzimana Kurmancî


Nivîskar:
Samî Tan

Hejmara Rûpelan:
199

Date:
19/11/2019

ISBN:
978-975-6282-75-5

Ziman:
Kurdî-Kurmancî

Rêzimana kurdî yekem car ji hêla Elî Teremaxî ve di sedsala 17an da jê hatiye behskirin. Piştî Elî Teremaxî, zanyarên kurd û bîyanî jî li ser kurdî xebat kirine. Ev berhema li ber destê we behsa du berheman dike ku bi îngilîzî li ser rêzimana kurdî hatine nivîsîn. Yek ji van berheman di 1869an da ji hêla Samuel A. Rheayî ve li ser kurmancîya Hekarîyê hatîye nivîsîn û berhema duyem jî di 1922yan de ji hêla R. F. Jardine ve li ser kurmancîya Behdînan hatîye nivîsîn.

Hin mijar û peyvên balkêş di van her du berheman da hene ku îro di kurmancîya standard da kêm li kar in. Lêkolînên mîna vê berhemê dihêlin ku ev mijar û peyv careka din zindî bibin. Nivîskarî jî bi vê têgihîştinê ev berhem xistine ber lêkolînê û bi awayekî serkeftî rê li ber wê yekê xweş kirîye ku ev mijar û peyv careka din bikevin nav cîhana rewşenbîrîya kurdî.

 


Image Description