Loading...
Skip to Content

Xebatên Rewşenbîrîya Kurdî li Bakur

Xebatên Rewşenbîrîya Kurdî li Bakur


Nivîskar:
Miraz Ronî

Hejmara Rûpelan:
142

Date:
24/11/2019

ISBN:
978-975-6282-73-1

Ziman:
Kurdî-Kurmancî

“Verba volant, scripta manent” pêşîyên latînan ev gotin gotîye, yanî “Gotin difire, nivîs dimîne”. Milet bi nivîsê dîroka xwe tomar dikin û ji bo nifşên dahatî dihêlin. Lê gelek caran nivîs jî difire yan bi gotineke rasttir ku em bêjin tê firandin bi destê kesên ku wê nivîsê ji bo xwe wek “xetere” dibînin. Bi dirêjahîya dîrokê nivîsên têkildarî kurdan hatine firandin ji hêla dewletên serdest ve. Lewma jî bi dirêjahîya dîrokê rewşenbîrên kurd li kêleka hilberandina nivîsê di xema parastina wê de jî bûne. Xweşbextane, di roja îroyîn de, nivîsek ku hate der ji pênûsa nivîskar, êdî zehmet e ku ew nivîs bête tunekirin. Ji ber ku nivîsa îro bi rêya dinyaya dîjîtal dikare parastina xwe bike. Ev berhem jî ku xebatên rewşenbîrîya kurdî yên sedsala bîstem ji bo roja îro û ji bo nifşên dahatî tomar dike, li van her du armancan dide: tomarkirin û parastin. Kesên ku dixwazin agahîyeke wan a giştî li ser rojname, kovar, komele û weqfên di navbera 1999-2000î de hebe, ev berhem dê bibe kitêbeke bingehîn ji bo wan.


Image Description