Loading...
Skip to Content

PEYWENDÎ

Hûn dikarin bi rêya forma jêr xwe bigihînin me.

Komeleya Lêkolînên Kurdî saziyeke sivîl e ku xebatan ji bo pêşvebirina jiyaneke pirziman û pirçand û demokratîk dike. Komele di xebatên xwe de pir-rengî û pir-dengiyê esas digire, her cure nijadperestî û zayendperestiyê red dike.


(!) Pêwîst e ku hûn hemû valahiyan dagirin. Wexta ku hûn vê formê dadigirin û dişînin, ev tê wê wateyê ku we şert û mercên Parastina Agahiyên Şexsî û Veşartîbûnê qebûl kirine

Peywendî

Cih

Cibali Mah. Atatürk Bulv. No:21/301, 34083 Fatih/İstanbul
Pêwîst e ku hûn hemû valahiyan dagirin. Wexta ku hûn vê formê dadigirin û dişînin, ev tê wê wateyê ku we şert û mercên Parastina Agahiyên Şexsî û Veşartîbûnê qebûl kiriye.

PIRS Û BERSIV

Zimanê kurdî di kîjan koma zimanî de ye?
Kurdî ji aliyê binyadî ve di koma zimanên hind-ewropî de û di beşa zimanên îranî de ye. Di beşa zimanên îranî de zimanên ku di koma bakurrojavayî de cih digirin, ji wan zimanan zimanê medî serdema kevnare, zimanê partî serdema navîn û zimanên din ên mîna kurdî, belûcî, tatî, gîlekî, talîşî jî serdema nû temsîl dikin. Her wiha, zimanên wekî îngilîzî, fransizî, îspanyolî, rûsî jî di heman koma zimanan de di bin beşên din de dabeş dibin.
Çend zaravayên kurdî hene?
Heft zaravayên kurdî hene. Ev hewramî (goranî), kelhurî, kirmanckî, kurmancî, lekî, lorî û soranî ne.
Li ser vê mijarê gotarê bixwîne.
Li ser vê mijarê li podcastê guhdarî bike.
Zaravayên kurdî li ku tên axaftin?
Zaravayê kurmancî li bakur, başûr, rojava û rojhilat û li diyasporayê tê qisekirin. Her wiha, li welatên wekî Ermenîstan, Gurcistan, Azerbaycan, Qazaxistan û hwd. jî tê axaftin. Zaravayê kirmanckî li bakur li bajarên wekî Mûş, Bîngol (Çewlik), Dêrsim, Xarpêt, Riha, Semsûr û hwd. heye. Her wiha li diyasporayê jî tê axaftin. Zaravayê soranî li başûr û rojhilat û her wiha li diyasporayê tê dengkirin. Zaravayê hewramî (goranî) li başûr, rojhilat û diyasporayê û zaravayê kelhurî li rojhilat tên axaftin. Zaravayên lekî û lorî jî li rojhilat û li diyasporayê tên xeberdan.
Kurdan kîjan alfabe bi kar anîne?
Kurdan alfabeya bizmarî (mixî) û alfabeyên aramî, yewnanî, Bînoşad û Masî Sûratî, avestayî, pehlewî, êzidî (herfên sir/hurûf-ell sir), erebî / aramî, latînî, kîrîlî û ermenî bi kar anîne. Her wiha, alfabeya Î. Marogûlov û Ereb Şemo jî hatiye xebitandin.
Li ser vê mijarê gotarê bixwîne.
Li ser vê mijarê li podcastê guhdarî bike.
Zimanê kurdî ji hêla teşe û dirûv ve çawa ye?
Zimanê kurdî ji hêla teşe û dirûv ve tewangbar e û qertafan digire. Navdêr û cînavk li gorî peywira xwe ditewin (ergatîvî). Her wiha peyv qertafên pêşgir û paşgir digirin, carinan jî qertaf dikeve navbera du peyvan û wateyeke nû lê bar dike.