Podcastên Komeleya Lêkolînên Kurdî êdî di weşanê de ne!
Rêzepodcastên Komeleya Lêkolînên Kurdî êdî berdest in!
Weke Komeleya Lêkolînên Kurdî em pir şanaz in ku bi piştgiriya Bernameya Haklara Destekê me kariye em podcastên xwe yên pêşîn amade bikin û pêşkêşî we guhdaran bikin. Armanc û daxwaza me ew e ku em bikarin bi rêzepodcastan mijarên têkildarî zimanê kurdî, fêrbûna zimanê dayikê û materyalên bihîzbarî yên li ser hînkirina kurdî raberî we bikin; mijarên rojane, biwêj û qalib û gotinên kurdî dê hinek ji beşên siberojê pêk bînin.
Em bi wê hêvî û kelecaniyê ne ku em ê xebatên berfirehtir bi we re pareve bikin.
Hûn dikarin podcastên me li ser Spotifyê guhdarî bikin:
Beşa Duyem - Zaravayên Zimanê Kurdî