Loading...
Skip to Content

Der Heqê Me De

Komeleya Me

ZIMAN Sirûştîtirîn Mafekî Mirovan e!

Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ku di 18ê Nîsana 1992yan de hatibû damezirandin, bi KHKyê hate girtin, di warên tesbîtkirina binpêkirinên mafên zimanî yên zimanê kurdî, hînkirin û parastin û pêşvebirina kurdî de li Stenbolê valahiyek hate holê. Komeleya me ji bo dagirtina vê valahiyê, ji hêla xebatkar û dildarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve di 6ê Adara 2017an de hate damezirandin. Armanc û mebestên bingehîn ên komeleya me wiha dikarin bêne rêzkirin:

Encamdana xebatên zanistî ji bo pêşvebirina çandeke pir-reng û demokratîk;

Lidarxistina konferans, panel, semîner û komxebatan bi beşdariya pisporan ji bo ku balê bikêşe ser astengiyên li ber zimanê dayikê.

Damezirandina navendeke dokumantasyonê ji bo ku hemû kes bikarin bigihêjin xebatên Komeleyê;

Amadekirina weşanan ji bo hînbûn, hînkirin, pêşvebirin û careke din berbelavkirina zimanê dayikê.

Tesbîtkirina jidestdayînên mafan ku ji ber binpêkirinên mafên têkildarî zimanê dayikê pêk hatine û amadekirina çavkaniyên dîtbarî û bihîstbarî û nivîskî ji bo afirandina hişmendiyekê di mijara binpêkirinan de.