Nîqaşeke berdewam: Alfabe
Zana Farqînî
A girîng hebûna du alfabeyên sereke ye ku parçebûna kurdan ji vî aliyî ve jî berdewam e. Îcar ji bo ku kurd ji vê yekê rizgar bibin hewce ye ku dawî li vê rewşa heyî bînin û xwe bigihînin yek alfabeyê. Bêhtir divê karê me li ser pêkanîna yek alfabeyê be.Ji ber ku alfabe stûneke girîng a zimanê nivîskî ye, lê hebûna alfabeyên cuda cuda, ne karê lê belê ziyanê digihîne kurdan û zimanê kurdî.
Mijara alfabeya kurdî hema bibêje ev sed sal in didome ku em vê nîqaşê jî bi awayekî nivîskî ji kovara Rojî Kurd dizanin. Kovar di sala 1913’an de hatiye weşandin û organa Komeleya Hêvî ya Xwendekarên Kurd (Hêvî Kürd Talebe Cemiyeti) e. Nemaze di her du hejmarên wê yên pêşîn de, der barê vê yekê de gelek nivîsar hene.
Ev mijara alfabeyê, ku niha halê hazir kurd du alfabeyan bi kar tînin, hîn ji rojeva kurdan derneketiye û kurd ne xwedî alfabeyeke tek in û nîqaş berdewam in. Beriya ku ji vê kêşeyê bê behskirin, hewce pê heye ku li ser dîroka bikaranîna alfabeyan a kurdî bê sekinandin û ronîkirin. Li gorî belge û dokumantên li ber destan, îdîa ew e ku kurdan ji demên dûr û dirêj ve bi alfabeyên cur bi cur, bi kurdî dest bi nivîsînê kiriye û bi kurdî berhem nivîsandine. Bi gotineke din, tê gotin ku kurd qet nebe ji dema medan bi vir ve xwedî kevneşopiya nivîsînê ne û mediyan alfabeya mixî ji ûrartuyan girtiye ku ev alfabe îcar bi riya mediyan derbasî farisiya kevn jî bûye.1
Her wiha ji bilî vê alfabeyê, ji demên gelek berê ve kurdan heta niha alfabeyên cuda cuda jî bi kar anîne; wekî alfabeya avestî, aramî, pêlewî, yewnanî, Bînû Şad/Masîsûratî, alfabeya kurdên êzîdî (herfên sir/hurûf el sir), ya erebî û ya ermenî...
Ji van alfabeyên navborî divê hinek be jî ji alfabeya Masîsûratî bê behskirin. Bînû Şad û Masîsûratî navên du eşîrên kurd in û Îbnî Wehşiye (piştî zayînê 856) dibêje ku wî 30 berhemên bi vê alfabeyê dîtine û 2 heb ji wan jî ji kurdî wergerandine erebî da ku bi kêrî mirovahiyê bê.2
Wek tê zanîn, piştî ku di nav kurdan de îslamiyet belav dibe bi şûn de êdî alfabeya erebî tê bikaranîn. Li gorî hinek angaştan ango îdiayan kurdan alfabeya erebî ya ku farisan li zimanê xwe aniye, bi kar aniye. Îcar di alfabeya erebî de hin dengên kurdî nîn in; wekî ç, g, j, p û v’yê.3
Şairên kurd ên klasîk berhemên xwe bi vê alfabeya adaptekirî nivîsandine. Mîna Elî Herîrî, Feqiyê eyran, Meleyê Cizîrî, Eliyê Teremaxî, Meleyê Bateyî, Ehmedê Xanî, Mûradxanê Bazidî, Pertew Begê Hekarî, Xarisê Bedlîsî, Siyapoş, Selîm û hwd...
Ev alfabeya erebî ya ku hinek li kurdî hatiye guncandin, wisan dixuye ku heta destpêka sedsala bîstan bi wî awayê xwe yê hanê domiyaye. Ji lew re, em bi taybetî piştî Meşrûtiyeta 2’yem (1908) a Osmaniyan pê dihesin ku nîqaşên li ser alfabe û zimanê kurdî pir hatine kirin. Piştî îlana vê Meşrûtiyetê dezgeh û komeleyên kurdan ên wekî Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti (Komeleya Hevkarî û Pêşketina Kurdan), Kürt Neşr-i Maarif Cemiyeti (Komeleya Kurd a Ji Bo Zanînê), Hêvî Kürd Talebe Cemiyeti (Komeleya Hêvî ya Xwendekarên Kurd), Kürdistan Teali Cemiyeti (Komeleya Pêşketina Kurdistanê) hatine damezirandin û weşanên mîna Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi (Rojnameya Hevkarî û Pêşketina Kurdan), Şark ve Kürdistan Gazetesi (Rojnameya Rojhilat û Kurdistanê), Kurdistan, Hetawî Kurd, Rojî Kurd, Jîn hatine derxistin. Ji van weşanan, mesela di nivîsarên Rojî Kurd de nîqaşên li ser alfabe û girîngiya nivîsandina bi zamanê kurdî hene.
Wek nimûne, em hîn dibin ku bi awayê nivîskî Abdulah Cevdet di hejmara pêşîn a Rojî Kurd de, bi nivîseke bi zimanê tirkî ya bi navê “Bir Hitap” (Xîtabek) balê dikişîne ser alfabeyê û dibêje ku divê kurd dev ji alfabeya heyî berdin (ku mebest jê alfabeya erebî ye) û alfabeya ku ji bo xwendin û nivisandinê guncan e bi kar bînin, lê bêyî ku bi nav bike, daxwaza wî ji vê alfabeyê, alfabeya latînî ye.4
Di heman hejmara weşana navborî de, îcar Suleymaniyelî Mesud bi nivîsa xwe ya bi navê “Harflerimiz ve Okuma Kolaylığı” (Herfên Me û Hêsaniya Xwendinê) rexneyan li alfabeya heyî ya erebî digire û dibêje ku ji bo mirov bikaribe 33 herfan hînî xwedekarekî bike, divê ji 200’î zêdetir şekilî, bi awayê bêhereke hînî xwendekaran bike ku ev jî hem ji bo mamoste hem jî ji bo xwendekaran dibe sedema handaneke gelek zêde. Her wiha pêşniyaz dike ku divê di destpêka perwerdehiyê de, ji her şekilê heyî mirov ji bo her herfê şekilekê hilbijêre û terka yên din bide.5
Di pey vê hejmarê û van nivîsan de nîqaşên li ser alfabeyê, nemaze yên li ser kêşe û aloziyên alfabeya erebî û dijwariya wê ya di warê perwerdehiyê de, zêdetir dibin. Di hejmara diduyan a Rojî Kurd de bi navê “Roji Kürd Mecmuası Yüce Müdürlüğüne” nivîsareke bi tirkî heye ku ji aliyê “Cemiyeta Temamkirina Şekilan û Sererastkirina Herfan” ve hatiye amadekirin. Ev cemiyet di wê nivîsê de bi awayekî aşkera li dijî alfabeya latînî derdikeve û diyar dike ku qet nabe ji bo kurdî alfabeya latînî bê bikaranîn. Ew dibêje ku bikaranîna alfabeya latînî dê bike ku têkiliya miletên misliman ji erebî were qetandin û ev jî dê bibe sedema mehfkirin û teribandina (xerakirina) mislimantiyê. Her wiha îdia dike ku nivîsandina peyvên kurdî û şêweyên derketina dengên kurdî bi herfên dîtir dê kurdî bi xwe jî xera bike.6
Di nav rûpelên Rojî Kurd de em nivîsarên M. X. û Modanî X. (ku ew kurtebêjên navên Xelîl Xeyaliyê Motkî ne) jî dibînin ku hema bibêje hemû nivîsên wî li ser zimanê kurdî û girîngiya ziman in û bi kurdî ne. Di nivîsa xwe ya hejmara sêyem a Rojî Kurd de bi sernavê “Ziman” balê dikêşe ser girîngiya amadekirina rêziman, vekît, ferheng û alfabeyeyeke bi terzê nû.7
Xelîl Xeyalî her wiha alfabeyeke ji 34 herfan pêkhatî ya bi herfên erebî jî çêkiriye ku ew bi navê “Elîfbêya Kurdî” ye.8 Kesên din jî li ser alfabeya erebî sekinîne û wan jî xwestiye ku alfabeya erebî li gorî hewcedariyên zimanê kurdî sererast bikin û li kurdî bînin. Yek ji wan kesan Salih Bedirxan e; wî jî di warê alfabeyê de serê xwe êşandiye û 8 deng li alfabeya heyî ya erebî zêde kirine.9
Îcar nîqaş û pêşniyaz bi tenê ne li ser alfabeya erebî û ya latînî çêbûne. Hin rewşenbîrên kurd ên sedsala 20’î dêhn û bal kişandine ser alfabeyên din da ku ji wan ji bo zimanê kurdî alfabe bê çêkirin û hin kesan alfabe çêkiriye jî. Ji bo nimûne, Mewlane Rifet ji bo zimanê kurdî alfabeya urdûyî pêşniyaz kiriye.10 Her wiha wek mînak mirov dikare alfabeya rûsî/kirîlî ya Evdirezaq Bedirxan û alfabeya ermenan a Hagop Gazaryan jî destnîşan bike.
Beriya ku em ji alfabeya kurdî ya latînî ya Celadet Bedirxan behs bikin, me divê em diyar bikin ku beriya Celadet Bedirxan jî hin alfabeyên kurdî yên latînî hatine çêkirin û bi hinan jî berhem hatine çapkirin. Heta tê gotin ku yê cara pêşîn xwestiye ji bo kurdî alfabeya latînê bê amadekirin Faîz Beg e.
Li gorî ku Mamoste Qedrî ji dîroknasê kurd Kemal Mezher Ehmed vediguhêze, Şukrî Fazil jî di sala 1913’an de, di meqaleyên xwe de gelek bêjeyên kurdî bi tîpên latînî nivîsandine.11
Divê mirov alfabeya kurdî ya latînî ya Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo jî ji bîr neke. Van her duyan di sala 1928’an de alfabe amade kiriye û di sala 1929’an de pirtûka bi navê “Xʘ-xʘ hinbuna xandina nvisara kurmançi” bi vê alfabeyê hatiye çapkirin. Dîsan rojnameya Riya Teze jî bi vê alfabeyê dest bi weşanê kiriye.12 Lê piştre rêveberiya Yekîtiya Sovyetê ev alfabe qedexe kiriye û li şûna wê alfabeya kurdî ya kirîlî hatiye amadekirin.
Piştî avabûna dewletên neteweyî yên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê ne tenê kurd û welatê wan parçe bû, di warê bikaranîna alfabeyê de jî parçebûnek pêk hat û kurd ji ber siyaseta dewletên serdest neçar man ku alfabeyên cuda cuda bi kar bînin, lê bi qasî ku dewletên serdest destûr daye, kurd bûne xwedî vî mafî. Li Tirkiyeyê ji ber qedexebûna alfabeya erebî jixwe tu şans û derfetek di dest kurdan de nemaye ku bikaribin alfabeya erebî bi kar bînin, ji bilî awayê bi dizî û veşarî. Îcar derdê ser derdan li Tirkiyeyê hebûna kurdan û zimanê kurdî jî hatiye înkarkirin û nivîsandina kurdî, berhemên bi kurdî hatine qedexekirin. Girtina metneke bi kurdî ji girtina çekekê wek ceza girantir bûye û divê em bînin bîra xwe ku li Tirkiyeyê axaftina bi kurdî jî hatibûye qedexekirin.
Kurdên li bin destên Iraq, Îran û Sûriyeyê jî ancax dikaribûn di mercên gelek giran û dijwar de alfabeya erebî bi kar bînin ku ew li kurdî hatibû guncandin. Herçî Yekîtiya Sovyetê bû ku me li jor diyar kir, alfabeya kurdî ya latînî ya ku hîmdarên wê Ereb Şemo û Îsahaq Marogûlov bûn, piştre qedexe kir û alfabeya kirîlî ji bo kurdî hat duristkirin. Parçekirina ji aliyê alfabeyê ve jî siyasetek din a van dewletên serdest bû da ku bişên kurdan ji hev biqetînin, bikin ku kurd ji berhemên xwe yên nivîskî sûdê wernegirin û wan di zûtirîn demê de di nav etnîsîteya xwe de bipişêvin.
Ji ber ku îro kurd di pratîkê de bi awayekî giştî du alfabeyan; alfabeya kurdî ya latînî û alfabeya kurdî ya erebî/aramî bi kar tînin, ez dê hinekî li ser alfabeya kurdî ya erebî rawestim û bi berfirehî jî behsa alfabeya kurdî ya latînî bikim ku Celadet Bedirxan hîmdarê wê ye. Herçî alfabeya kurdî ya kirîlî ye êdî zêde tesîr û hukmê wê nemaye ku ew jixwe di nav kurdên Sovyeta berê de dihat bikaranîn û di nav wan kurdan de jî alfabeya kurdî ya latînî ji xwe re cih berfirhtir dike, bi gotineke din bergehê bikaranîna alfabeya kurdî ya latînî her diçe zêdetir dibe.
Alfabeya kurdî ya erebî
Em pê dizanin û jê agahdar in ku piştî îslamiyetê wek gelek gel û neteweyên misliman, kurdan jî dest pê kiriye alfabeya erebî bi kar aniye û jixwe edebiyata klasîk a kurdî ya ku niha li ber dest e û em bi wê dizanin, bi vê alfabeyê hatiye nivîsandin. Çendî hemû dengên kurdî (çi dengdar çi jî dengdêr) di alfabeya erebî de tune bûn jî, bi zêdekirina çend herfan li alfabeya erebî yên wekî ç, g, j û p’yê (ku ev yek bi danîna îşaretên li ser û binê herfên heyî pêk hatiye) ev alfabe ji aliyê kurdan ve jî hatiye bikaranîn. Li gorî angaştan, kurdan di vî warî de faris lasayî kiriye. Yanê pêşî farisan ev hin dengên ku me ji wan behs kir, li alfabeya erebî zêde kirine û kurdan jî ji wan ev deng standine.13
Herçî ev alfabeya kurdî ya erebî ye, îro wekî awayê destpêkê nemaye û gelek guherîn tê de hatine kirin. Çawan me li jorê jî diyar kir, qet nebe em ji weşanên kurdan ên destpêka sedsala 20’î yên ku li paytexta Osmanî Stenbolê hatine çapkirin, hîn dibin ku nîqaşa alfabeyê di nav rewşenbîrên kurd ên wê demê de jî bi awayekî gur hebûye û du meylên sereke li pêş bûne. Yek jê alîgirê bikaranîna alfabeya kurdî ya latînî bûye ku ev lawaz maye û ya din jî alîgirê bikaranîna alfabeya kurdî ya erebî bûye, ku ev bi ser ketiye. Lê xwediyên vê raman û nêrînê jî xwezyarê reformîzekirina alfabeya berê ya erebî bûne.
Me li jorê ji çend nêrînên der barê alfabeyê de, yên di Rojî Kurd de, behs kiribû ku jixwe şansê alîgirê alfabeya kurdî ya latînî tune bû û her wiha ew bi vê xwestina xwe dihatin sûcdarkirin jî. Cemiyeta Temamkirina Şekilan û Sererastkirina Herfan digot, “Bikaranîna alfabeya latînî dê bike ku têkiliya miletên misliman ji erebî were qetandin û ev jî dê bibe sedema mehfkirin û teribandina misilmantiyê.” Lê ev cemiyet ne li dijî sererastkirina alfabeya kurdî ya erebî bû. Loma di wan deman de jî gelek pêşniyaz ji bo sererastkirina alfabeya erebî û lêanîna wê ya li kurdî, dihatin kirin.
Li Iraqê, piştî serweriya îngilîzan û piştî wê jî li ser alfabeya kurdî ya erebî gelek xebat hatine kirin û ji bo lêanîna wê ya li zimanê kurdî û standardkirina wê gelek pêşniyaz hatine kirin. Bi kurtî îro alfabeya kurdî ya erebî ku li Başûr û Rojhilat tê bikaranîn, piştî encama gelek guherîn, xebat û lêkolînan gihîştiye rewşa xwe ya niha. Lê, li gorî ku Prof. Dr. Marif Xeznedar dibêje, çendî gelek rewşenbîr, zimanzan û eleqedarên ziman beşdarî li vê xebatê kiribe jî, li pêş hemûyan cihê destê Tewfîq Wehbî di vê alfabeyê de aşkera û xuya ye.14
Halê hazir ev alfabeya kurdî ya erebî ji 33 herfan pêk tê û wek alfabeyeke fonetîk e ku tenê tê de dengdêra /I,i/ nîn e. Ji bilî vê gelek dengdar û dengdêrên kurdî yên ku di alfabeya erebî ya standard û eslî de nîn in, ji aliyê kurdan ve hin herf hatine modîfiyekirin, ên mîna ç, e, ê, g, î, j, o, p û v’yê. Divê em bidin xuyakirin ku ev xebatên li ser sererastkirina alfabeya erebî ya ji bo kurdî hatine kirin, li xweşa kesên bawerîhişk û muhafazakaran nehatiye û wan ev guherînên ku di alfabeya erebî ya eslî de hatine kirin jî wek desttêwerdan û destkariya li herfên Quranê nirxandine û wan bi tundî nerazîbûna xwe jî nîşan daye.
Alfabeya kurdî ya latînî
Mijara alfabeya kurdî ya latînî ku hîmdarê wê nemir Celadet Bedirxan e, mijareke wisan e ku tim kevn û nû dibe. A rast divê em amaje pê bikin ku ev nîqaşa li ser alfabeya kurdî ya latînî jî qet ne nû ye. Ji roja ku bi wê dest bi nivîsandina kurdî hatiye kirin bi vir de, rexne lê hatine kirin. Yek ji wan rexnegiran jî nemir Osman Sebrî ye ku ez dê paşê jê behs bikim.
Rexneyeke din jî li alfabeyê heye ku dibêjin ji ber derfetên wê demê, ku wê hingê Sûrî di bin destê Fransayê de bû, Celadet Bedirxan neçar maye ku tenê ji klavye û tîpên çapkirinê yên alfabeya frengsawî sûd wergire. Nexwe, eger ev rast be, çima Celadet Bedirxan piştî ku tirkan alfabeya xwe ya latînî çêkir û bi şûn de, careke din li alfabeya xwe vegeriyaye û hin tîpên alfabeya xwe nêzî alfabeya tirkî kirine?! Hem ji aliya binavkirinê hem ji aliyê şekil ve; wekî tîpa ş’yê ku ew di ya fransizan de nîn e. Ez bi kurt û kurmancî bibêjim, ez bi xwe ne li ser vê fikirê me û ji min re wisan tê ku bingeheke madî ya van nêrîn û ramanan nîn e.
Îcar ji bo ku em baş bizanin bê ramana çêkirina alfabeya kurdî ya latînî bi Celadet Bedirxan re çawan peyda bûye, bi çi çavî li mijara alfabeyê nihartiye û bi çi azînê nêzikahî di mijara alfabeyê daye, divê em serî li nivîseke wî bidin ku ew nivîsar di hejmara 13’an a Hawarê de bi navê ‘Pêşgotineq’ hatiye nivîsandin. Hewce ye em bibêjin ku heta hejmara 23’yan a Hawarê, k li şûna q’ya niha dihat bikaranîn. Bi hejmara 24’an bi şûn de jî herfên k û q wekî niha cih bi hev guhartiye.15
Celadet Bedirxan tevî Kamûran Bedirxan, Ekrem Cemîl Paşa û Major Noel di sala 1919’an de ji Stenbolê çûye welêt da ku xebata siyasî bike. Di wê navê re bi karên çandî û berhevkirina zargotina kurdî jî biliyaye. Di vê pêşgotina xwe ya navborî de ku em ê tenê di vekîta wê de hinekî destkarî bikin, wiha dibêje:
“Ev elfabêya hanê ko îrû em zmanê xwe pê dinivîsînin paşiya xebateke salinen drêj e. Di sala 1919 de, me dabû çiyayên Meletyê. Em ketibûn nav eşîra Rewan. Mêcer Nowel (îngilîzek) jî digel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanîbû, dixebitî ko hînî zarê bakur bibe, û ji xwe re her tişt dinivîsandin. Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin.
Carinan me li nivîsarên xwe çavên xwe digerandin, dixwendin û diedilandin. Min bala xwedida Mêcer, bi bilêvkirineke biyanî lê bê dişwarî destnivîsa xwe dixwend, lê belê ez, heta ko min (û) ji (o) û (î) ji (ê), b. p. derdixistin, diketim ber hezar dişwarî. Ma çiman? Ji ber ko Mêcer bi herfên latînî lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yekê di cih de min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên latînî elfabêyek lêkanî. Êdin minê bikariya destnivîsa xwe paş hezar salî jî bê dişwarî û weke xwe bixwînim. Ji ber ko her deng cihê cihê li ser kaxezê dihat sekinandin.
Lewra ko di elfabêya Latînî de tinê (26) herfên serxwe hene û di zmanê kurdî de deng ji bîst û şeşan bêtir in, gelek herfên hevedudanî ketibûn nav elfabêya min; weko ch, ou, ai…
Ji xwe di zarokatiya xwe de wekê min di dibistanan de dixwend û hînî herfên erebî û latînî dibûm, tiştek hebû ko min di çavê xwe re dikir û ji bona herfên erebî di dilê xwe de digot: ev elfabêke welê ye ko dengin dide xwendin ko nayêne nivîsandin, û latînî yekcar vajiyê wê ye, herfin dide nivîsandin ko nayêne xwendin.”16
Celadet Bedirxan di berdewamiya heman nivîsê de dide diyarkirin ku kêfa wî ji herfên hevedudanî re nehatiye, wî yewnanî, hinekî fransizî û alfabeya rûsî nas dikirin û rabûye ji alfabeya xwe herfên hevedudanî derxistine. Li şûna wan, herfên serbixwe yên yewnanî û rûsî di alfabeya xwe de bi cih kirine. Dibêje ku wî bi vî awayî alfabeyeke ji sî û şeş (36) herfan pêkhatî, amade kiriye.
Hîmdarê alfabeyê Celadet Bedirxan di vê nivîsara xwe de dide zanîn ku gava vegeriyaye Stenbolê, wî kitêbeke alfabeyê û ferhengekeke biçûk nivîsandiye û ji bo çapê jî amade kiriye. Lê belê em ji vê nivîsara navborî pê dihesin ku di sala 1925’an de hem ev alfabe hem jî ferhengok digel hin nivîsarên wî yên din gihîştine ber destê Dadgeha Xarpêtê (Elezîzê)17 ku em niha ji aqûbeta wan ne agahdar in.
Gava Celadet Bedirxan diçe Almanyayê, careke din li ser alfabeya xwe radiweste, lê hûr dibe û digihîjê wê baweriyê ku sê texlît herf qet li hev nayên, îcar tîpên yewnanî û rûsî jî li gorî gotina wî “yekrengiya alfabeyê” xera kiriye û du herf jî ne hewce bûne. Ji lew re careke din alfabeya xwe diedilîne û bi danîna bilindekan li tîpên latînî hejmara alfabeya xwe dadixe sî û çar (34) tîpan.
Piştî ku tirk di sala 1928’an de alfabeya latînî dipejirînin û bi wê dest bi nivîsandina bi zimanê xwe dikin, Celadet Bedirxan dîsan li alfabeya xwe hûr dibe û dibîne ku her du alfabe ango alfabeya kurdî û ya tirkî di warê hin dengan de ne mîna hev in û di nivîsara xwe ya bi navê “Pêşgotinek”ê de wiha berdewamî bi daxuyaniya xwe dide:
“Herwekî me berê jî çend caran gotibû, ji bona hêsanîkirina xwendina nivîsarên me, ji kurdmancên Tirkiyê re, me dengên hin herfan bi hev guhartin û herçend hebû me ewçend elfabêya xwe xist nîzingî elfabêya tirkan.
Ji gotinên jorîn qenc xuya dike ko elfabêya me paşiya xebateke sêzdehsalîn e, gora zmanê kurdî, gora dengên zmanê me ye. Herê ev alfabe berî sêzdeh salan hatiye nivîsandin û gora zmên û dengên wî hin bi hin edilî û ket halê xwe ê îrû.
Berî û piştî belavkirina alfabêyê min fikrên gelek kesan pirsîn û gotinên hinekan bi kêrî min hatin. Di nav wan de mirovinen yekcar nexwenda jî hebûn. Ji lewra ez vê elfabeyê ji keda xwe bêtir keda miletê xwe dihesibînim û pêşkêşî wî dikim.”18
Ji van gotin û daxuyaniyan gelek baş aşkera dibe ku bê ka Celadet Bedirxan ji ber çi xwestiye alfabeyeke fonetîk û yeke sivik ya latînî amade bike. Her wiha em dîsan ji vê nivîsarê haydar dibin bê Celadet Bedirxan çend caran guhartin di alfabeya xwe de çêkirine û bi çi mebestê alfabeya xwe nêzî ya tirkan a latînî kiriye.
Îcar Celadet Bedirxan di hejmara duyem a Hawarê de, di bin navê “Elfabêya Kurdî” de bi awayekî berfireh behsa taybetiyên alfabeya xwe dike û dide zanîn ku ew ji bo her dengekî herfeke serbixwe hildibijêre, xwe ji herfên hevedudanî dûr digire û dibêje ku hînbûn, xwendin, nivîsandin û lêkdana herfên serbixwe ji yên hevedudanî hêsantir e. Her wiha xwestiye bi tenê ji alfabeya latînî sûd wergire û wî bi danîna bilindekê ya li ser hin tîpan jî, alfabeyeke ji sî û yek (31) herfan pêk tê amade kiriye. Aşkera dike ku ew ji bo dengên serbixwe, lê belê ne ji bo rengedengan şekilan hildibijêre û nîşan dike. Ku em bi termên lenguîstikê bibêjin ji bo foneman herf danîne, ne ji bo alafonan.
Ji denganiyê (fonetîkê) jî Celadet Bedirxn behs dike û dibêje ku“jixwe di tu zmanî de denganî û nivisandin ne lêvên yek in, û nivîsandin nikare bi tevayî li denganiya wî zmanî bê. Lewra ko kitkit û rengên denganiyê elfabêyê nayin nîşankirin û li ser kaxezê sekinandin. Welê bûwa diviyabû elfabêya her zmanî ji (50-60) herfan hevedudanî bibe.”19
Rexneyeke din jî li Celadet Bedirxan tê kirin ku wî tenê alfabe ji bo zaravayê kurmancî amade kiriye û taybetiya zaravayên din nedaye ber çavên xwe.20 Lê Celadet Bedirxan li ser vê yekê, di heman hejmara navborî ya Hawarê de, di berdewamiya nivîsara xwe de amaje bi taybetiyên her sê zaravayên kurdî dike, lê bêyî ku navên wan bide. Em ji gotina her sê zaravayan tê derdixin ku ew kurmancî, kurmanciya jêrê û kirmanckî (zazakî) ne û jixwe di Hawarê de bi van her sê diyalektên kurdî nivîsar hatine weşandin. Her wiha em dîsan dizanin ku Celadet Bedirxan û Tewfîq Wehbî wan xwestiye bi hev re alfabeyeke kurdî amade bikin, lê ji ber veqetana wan a ji hev ev kar neçûye serî. Lê belê xebateke Tewfîq Wehbî li ser alfabeya kurdî ya latînî jî çêbûye ku vê alfabeyê di nav kurdan de ji xwe re cih nedîtiye.
Me got ku mebesta Celadet Bedirxan ne ew bû ku tenê ji bo zaravayê kurmancî alfabeyekê çêke, belê piştî belavbûna alfabeya tirkî ya latînî, da ku kurdên li bakur ên bindestên Tirkiyeyê bi hêsanî alfabeya kurdî ya latînî hîn bibin, alfabeya xwe nêzî ya tirkî kiriye; hem ji aliyê şekilan ve hem jî ji aliyên bilêvkirina wek hev a tîpan ve. Celadet Bedirxan bi xwe aşkera dike ku “Sehîtiya ko di her sê zarê kurdî de hatine çêkirin xuya kirine ko di zmanê kurdî de dengên bingehî ev sih û yek deng in” û didomîne ku herfin hene geh zirav geh stûr, geh ji pêşî geh ji paşiyê tên xwendin û ev ferqên hanê ne ji guherîna cihderka dengan lê belê ji guhêrîna rengên dengan têne pê û ji lew re di alfabeyê de nayên nîşankirin.21
Belê Celadet Bedirxan alfabeya xwe ya fonetîk ji bo zimanê kurdî amade kiriye û ev alfabe tekane alfabeya kurdî ya latînî ye ku di kardariyê (pratîkê) de pê tê emelkirin, ji sî û yek tîp û pevdengekê (dîftongekê) pêk tê. Lê tiştek heye, di hemû hejmarên Hawarê de du herfên din jî hatine bikaranîn ku ew h’ya paşderkî (wek h’ya di peyva heşt de) û x’ya paşderkî (mîna xeyna erebî) ye ku li ser wan du xal hatine danîn. Lê îro ew her du herf jî di alfabeya Celadet Bedirxan de nayên bikaranîn û tercîhkirin.
Çendî Celadet Bedirxan bi awayekî kûr û dûr li ser alfabeya kurdî ya latînî sekinîbe, pir tê fikirîbe û gelek serê xwe li serê êşandibe jî, ev alfabe ji rexne û gazinan bêpar nemaye. Heta hin guherîn jî di alfabeya wî de hatine kirin ku ya herî girîng bi ya min guhartina tîpên alfabeya wî /î/ û /i/ bi guhartina tîpên alfabeya tirkî /i/ û /ı/ bû. Mîna Feqî Huseyn Sagniç, M. Emîn Bozarslan û hin derdorên siyasî yên kurd ku wan di weşanên xwe de ev herf wek ên tirkî bi kar dianîn. Lê îro hema bibêje ji bilî hin kesan (wek M. Emîn Bozarslan), kes guh nade wî awayî. Çendî rexne li alfabeya Celadet Bedirxan hebin jî bi awayekî giştî ev alfabe bêyî lêzêdekirin û guhartina tîpan (ji bilî bikaranîna cot r û cot l’yan a ji aliyê hin kes û derdorên weşanan ve) tê bikaranîn.
Lê belê rexneyên esasî, pirtir li ser çend foneman in ku ji destpêkê de nebûna wan foneman ji aliyê hin kesan ve bûye sedema nerazîbûn û kêmdîtina alfabeya Celadet Bedirxan. Ji wan kesan yek jî nemir Osman Sebrî ye ku ji destpêkê de rexne li vê alfabeyê girtiye û nerazîbûna xwe bi her rê û dirbî diyar kiriye. Osman Sebrî ku têkoşer û pêşengekî siyasî yê doza kurdan bû, di warê zimanê kurdî de jî xwedî ked, xebat û berheman e. Alfabeyeka wî jî heye ku çapa duyemîn ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê ve hatiye kirin. Lê li bin “Çend gotin” a Osman Sebrî de îbareya “Şam 17.10.1954” heye ku wekî din tu agahî nîn e bê ka kengê û li ku ev berhem hatiye çapkirin. Di vê alfabeyê de sî û sê tîp hene ku sedema zêdebûna hejmara herfên alfabeya wî ji ya Celadet Bedirxan, cihdana wan her du dengan e ku Celadet Bedirxan di Hawarê de ew bi kar anîbûn: Herfên paşderkî yên /h/ û /x/ ku li ser wan du xal hatine danîn. Li aliyê din dengên /l/ û /r/yên stûr jî bi du /l/ û bi du /r/yan nîşan dane.22
Osman Sebrî ne tenê ji ber nebûna wan dengên ku di alfabeya xwe de bi cih kirine, rexne li ya Celadet Bedirxan digire. Mesela di hevpeyvîna xwe de ya ku bi Amed û Zînê re kiriye, der heqê alfabeya Celadet Bedirxan de van gotinan dibêje:
“Jixwe gava Celadet- rehma Xwedê lê be- gazî çend hevalên ku bi ziman ra bendewar dibûn kir. Lê giş bi ziman re ne bendewar bûn, ez û Celadet tenê, em bi ziman ra xebitîbûn. Min jê ra got: Çar tîp kêm in. p, ç, k, t.
Celadet got: Em ê p bi p binivîsînin, ç bi ç binivîsînin, k bi k binivîsînin û t bi t binivîsînin, elifbayên ewrupiyan di nava 20-31 tîpan de ne.”23
Li ser nebûna van fonemên di alfabeya Celadet Bedirxan de, ez dê wek gotina dawî cih bidim encama komîsyonekê ku di hejmara pêşîn a “Hêvî”yê de hatiye weşandin. Vê komîsyonê ji bo standardkirina alfabeyê û tesbîtkirina fonetîka kurdî xebatek kiriye û wek encama xebatê jî nivîsek di “Hêvî”yê de weşandiye. Di vê nivîsa bi navê “Ziman” de komisyonê bal kişandiye ser p, ç, k, t û r’ya ne adetî ku ev di alfabeya Celadet Bedirxan de nîn in, lê belê heman komisyon di biryara xwe de diyar dike ku hewce pê tune ye p, ç, k, t‘yên ne adetî di alfabeyê de cih bigirin; ji ber ku hejmara gotinên bi van her çar dengan tên bilêvkirin kêm e û gava bi yên din bên nivîsandin, talûkeya tênegihîştin û tevîhevkirina wan yekcar hindik e.24
Di heman nivîsê de tê gotin ku di gelek zimanan de rewşên wiha hene ku nivîsandina hin peyvan eynî lê belê îcar wateyên wan ji hev cuda ne. Lê ev komîsyon biryar dide ku ji bo dengê r’ya stûr, hewce ye cot r bê nivîsandin.
Bi rastî jî divê bi awayekî têr baş haya mirov ji zanista zimên, ji lenguistîkê hebe, ji fonem û alafonan hebe û mirov der barê alfabeya fonetîkî de jî xwedî agahî be. Her wiha divê mirov der barê peyvên homonîm, homofon û homograf de jî xwedî zanîn be. Eger mebest çêkirina alfabeyeke fonetîk be, helwesta Celadet Bedirxan rast û di cih de ye, alfabe ji bo foneman, lê ne ji bo alafonan tê çêkirin. Loma ew bi xwe dibêje ku ew ji bo dengan lê ne ji bo rengedengan şekilan tesbît dike. Bi piranî tê gotin ku hin herfên wekî ç, k, p, r, t heta l, e (eyn), h (ne h’ya normal, h’ya paşderkî) û x (xeyn) ji alfabeyê kêm in? Bi ya min 1) em deng û rengedengan (fonem û alafonan) tevî hev dikin, 2) ji ber ku em li gorî devokên xwe dixwazin fonetîka zimanê xwe bipeyitînin, em ji hev cuda difikirin û mijara fonetîkê û ya alfabeyê ji hev naqetînin, 3) hin dengên ku wek fonem di hin devokan de hene, di devokên din de tune ne û 4) em mijara vekîtê ango rastnivîs û alfabeyî jî dîsan têkilî hev dikin.
Ez hinekî behsa van xalan bikim; e’ya (eyna) erebî bi ya min jî gelşek e ku em bi dabirê (apostrofê) dikarin peyvên erebî yên ku ketine zimanê me çareser bikin. Herçî dengên x (xeyn) û h’ya paşderkî ne, ew tiştekî din e. Mînak; di hin devokan de gava xezal dibêjin, dengê x’yê wek xeyna erebî dibêjin, lê hinek jî bi x’ya pêşderkî peyvê bi lêv dikin. Piştî ku nivîsandina bi awayekî ya peyvê nebû sedema guhartina wateyê, êdî ew rengedeng e, ne dengekî serbixwe ye. Ji bo h’û l’yê yê jî em dikarin heman tiştî bibêjin. Mesela hinek kes cot r’yê di nivîsên xwe de bi kar tînin, lê di kurdî de rêjeya r’ya stûr gelek zêde ye ku meriv nikare r’ya zirav û ya stûr ji aliyê rêjeyê ve bide ber hev. Der barê vê mijarê de ez dikarim hejmara van rengedengan zêde jî bikim. Wek s’ya sed (100), b’ya di peyva bes û w’ya di bêjeya şewitînê de (ku di hin devokan de w stûr e). Lê ev hemû rengedeng in, ne fonem in.
Gelş û arîşeya bingehîn di ç, k, p, r û t’yê de ye. Bi rastî di hin peyvan de, bi heman tîpan nivîsandina wan, mîna kar (şixul) û kar (karik, kara bizinê), par (sala çûyî) û par (pay, behr, hîse), ta (bend, dezî) û ta (nexweşîna tayê) ji bo kesên ku baş bi kurdî nizanin, dibe sedema bilêvkirineke ne rast. Lê divê em ji bîr nekin ku di gelek zimanan de jî rewşeke wiha heye, ango peyvên homofon û homograf hene û ev jî dîsan mijara fonetîk û rastnivîsê ne. Belê peyv hene ku nivîsandina wan eynî lê belê telafûz û wateyên wan ji hev cuda ne, peyv jî hene ku nivîsandin cuda, wate cuda lê belê îcar bilêvkirina wan eynî ye. Wek mînak, peyva tîr (tîra kevanê) û tîr a bi wateya dewê tîr jî, nivîsandin eynî, bilêvkirin eynî lê mehneya wan ji hev cihê ye. Tiştên wiha jî hema hema di hemû zimanan de hene.
Ji bo van fonemên hanê yên mîna ç, k, p, r û t ku her çîqas nîqaş li ser wan e, mirov dikare bibêje ku ew ne fonemên sereke yên kurdî ne, rêjeya peyvên ku bi wan tên bilêvkirin gelek û gelek kêm in û ez vê ji ber tecrûbeya xwe dibêjim ku bi salan e li ser ferhengan dixebitim û pir eger hindik be jî, ez ji wan agahdar im.
Bi rastî eger em li gorî devoka herêma xwe tenê li mijarê bikolin, em dê gelek rengedeng, heta fonemên din jî peyde bikin. Hema em bala xwe tenê bidin ser devoka Mereş û Meletiyê, ji bo vê rewşê têra xwe dê mînak bi dest bikevin. Ji bo rizgarbûna ji vê tevliheviyê jî, hewcedarî bi peyîtandina fonetîka zimanê me heye, ku çendî wek teorî em devoka Botan ji bo xwe bingeh dipejirînin jî, lê pratîk tiştekî din rapêşî me dike. Ji lew re, heta ku fonetîka kurdî neyê peyîtandin dê ev nîqaş her hebin.
Çendî ku ez jî difikirim hin fonemên me yên wekî ç, k, p, r û t’yê hene jî, min navê ku ji bo wan tîp an jî pevdeng bên çêkirin. Pêwîst e em bizanin ku tu alfabe nikare hemû deng û rengedengên zimanekî binimîne ango nîşan bide. Ya girîng ew e ku hemû dengên serbixwe bên tesbîtkirin û li gorî vê yekê jî hejmara tîpan bê destnîşankirin û alfabeya fonetîk bê amadekirin. Bi gotineke din divê ku em alfabeyê li dengên heyî bînin û divê em bizanin ku çendî em bi vê azînê tev bigerin jî em dîsan nikarin hemû rengedengên di ziman de bi tîp û şekilan nîşan bidin. Li aliyê din divê hinek jî mirov deng/ rengedengên zimanê xwe li alfabeyê bîne. Ji bo xebatên zanistî, ji bo xebatên zimanî, yên li ser devokên kurdî û hwd. pêwîstiya me bi alfabeyeke fonetîkî ya navneteweyî heye da ku em bişên bi wan taybetiya dengan û rengedengan nîşan bidin.
Standardî di zimanê nivîskî de çêdibe, di zimanê devkî de tiştekî wisan nîn e û ne mimkun e. Zimanê nivîskî di nav gel de çi qas zêde bibe, ew çend standardî pêk tê û êdî bi domana demê re jî zimanê nivîskî hîkarî li zimanê devkî dike. Li aliyê din, divê em li ser devokekê tenê fonetîka xwe tesbît bikin ku ev yek ji bo rastnivîsê jî zehf girîng û hewce ye. Min divê ez dubare diyar bikim ku mijara alfabeyê û mijara fonetîkê ji hev cihê ne. Hişkbûn û nermbûn, fîzekî û nefîzekî, kurtî û dirêjî, lêvî û diranî, pêşderkî û paşderkiya dengan gişt mijar û dabaşên fonetîkê ne. Digel vê yekê, divê ku meriv mijarên rastnivîs û alfabeyê jî, ji hev cihê binirxîne û hemû tiştî li alfabeyê bar neke.
Mijara fonetîkê û awayên bilêvkirina peyvan, karê perwerdehiyê ye, di materyalên hîndekariyê de ew tên nîşandan. Mîna ferheng û setên hîndekariyê. Di wan materyalan de meriv dikare taybetiya hin dengan û rengê dengan nîşan bike, ji bo bilêvkirineke rast serî li azîn û metodan bide û karê hînbûn û hînkirina zimên hêsan û rihet bike.
Ez bi xw wisan dihizirim ku hewce ye hem alfabe hem jî vekîta zimanê me pir hêsan û pedagojîk be û ji bo fêrbûn û nivîsandinê pêdivî bi wextekî zêde nebe. Loma ev alfabe, bi kêrî hemû dengên serbixwe yên sereke yên kurdî tê û ev fonemên ku me ji wan behs kir jî, zêde arîşeyan çênakin ku ew ne rengên sereke û berbiçav in. Ji ber hindikbûna peyvên bi wan foneman, em dikarin qet serî li dabirê (apostrofê) jî nedin. Hingî meriv alfabeyê bi kar tîne, ew li meriv rûdinin û nebûna wan jî nabe gelemşe. Kêşe hinek ji me ye, heta ku em ji bin bandora devoka xwe xelas bibin ev dê bidome.
Ji bo kurdan kîjan alfabe guncan e?
Îro wisan bûye ku alfabeya latînî ji bo zaravayê kurmancî û ya erebî jî ji bo zaravayê kurmanciya xwarê /jêrê ye. Rastiyek heye ku li ser her du alfabeyan jî nîqaş hene. Ji hin aliyan ve rexne li wan tên girtin. Ev yek, em bikin nekin dê bidome. Ya girîng ew e ku mijara alfabeyê bibe mijareke spesîfîk û tenê di nav pisporan de nîqaş û sohbet li serê çêbin. Ez bim divê guhartin jî di wan alfabeyan de qet çênebe.
Bi ya min a girîng hebûna du alfabeyên sereke ye ku parçebûna kurdan ji vî aliyî ve jî berdewam e. Îcar ji bo ku kurd ji vê yekê rizgar bibin hewce ye ku dawî li vê rewşa heyî bînin û xwe bigihînin yek alfabeyê. Bêhtir divê karê me li ser pêkanîna yek alfabeyê be. Ji ber ku alfabe stûneke girîng a zimanê nivîskî ye, lê hebûna alfabeyên cuda cuda, ne karê lê belê ziyanê digihîne kurdan û zimanê kurdî, ku îro roj kurd ji ber rewşa bindestiyê neçar mane di heman demê de alfabeyên ji hev cihê bi kar bînin. Jixwe neteweya kurd xwedî gelek zaravayan e, îcar nebûna yek alfabeyê jî derdê ser derdan e.
Rewşenbîrên kurd hîn di destpêka sedsala bîstan de, gihîştibûn wê baweriyê ku divê ji bo kurdan alfabeyek hebe ku ew jî li zimanê kurdî bê. Lê mixabin ev daxwaz hîn jî neçûye serî, çawan kurd parçe bûne, wisan ji aliyê ziman û alfabeyê ve jî parçe bûne. Ziman hêmana sereke ye ku neteweyan dike netewe û maka çandê ye ku ew jî dibe sedema çêbûna giyanekî hevpar. Ji lew re hewcedariya kurdan di warê alfabeyê de jî bi yekîtiyekê heye.
Îro di nav kurdan de du meyl hene ku yek jê alîgirê alfabeya latînî û yek jî yê alfabeya erebî ye. Her yek ji van meyl û tercîhan xwedî hin argûman û sedeman in. Hin kes dixwazin îsbat bikin bê ka kîjan alfabe dike ku meriv şareza (medenî) bibe, kîjan alfabe pêşketî ye, bi kîjan alfabeyê meriv di warê çandê de zû bi pêş dikeve û hwd. A rast ji bo her alfabeyê mirov dikare gelek sedemên beraqil û yên berbiçav jî derpêş bike. Lê bi ya min mesele hinek jî tercîh e, dîrok e, rewşa sosyolojîk û siyasî ye.
Ez jî diwazim behsa hin sedem û mercan bikim û bê çima meyla min li ser bikaranîna alfabeya kurdî ya latînî ye. Divê mirov hinek zanistî tev bigere, mercên heyî yên madî, siyasî, derûnî, olî û hwd. bide pêş çav. Ji aliyê pedogojîk û perwerdehiyê ve jî li mijarê binêre. Wek nimûne; di alfabeya kurdî ya erebî de 33 tîp hene û her yek ji wan bi çend awayan tên nivîsandin, ji bilî detayên din ku li gorî erka ku ew herf pê radibin. Gelo zarokekî ku hê nû dest bi dibistanê dike, di çend mehan de fêrî xwendin û nivîsandina van herfan dibe, di çend mehan de dikare ji tiştê dixwîne fehm bike û vekîta vê alfabeyê bi awayekî rast û tekûz bihewise, ango hîn bibe. Li gorî bersiva pirsa ku min ji pisporên alfabeya kurdî ya erebî kirî, ev dem ji salekê ne kêmtir e.
Em bên ser alfabeya kurdî ya latînî, bi awayekî giştî zarok di nav 4-5 mehan de hîn dibin ku hejmara tîpên vê alfabeyê 31 û du cureyên van herfan hene. Tîpên hûrdek û girdek. Wextê fêrbûnê jî, bi qasî nîvê alfabeya kurdî ya erebî ye. Em bên ser alfabeya kurdî ya latînî, bi awayekî giştî zarok di nav 4-5 mehan de hîn dibin ku hejmara tîpên vê alfabeyê 31 û du cureyên van herfan hene. Tîpên hûrdek û girdek. Wextê fêrbûnê jî, bi qasî nîvê alfabeya kurdî ya erebî ye.
Digel vê yekê, rewşa heyî ya ku kurd tê de dijîn, em bibêjin ku biryar hate dayîn û gotin bila alfabeya kurdî ya erebî ji bo hemû kurdan be. Gelo mercên pêkanîna vê biryarê hene, rewş li bar e? Em bînin bîra xwe ku hîn li Tirkiyeyê zimanê kurdî bi awayekî fermî nayê qebûlkirin, statûyeke kurdan nîn e û alfabeya kurdî qedexe ye. Kurd ne xwedî dibistan in, bi gotineke din, zimanê kurdî hîn neketiye dibistanan û pê perwerde nayê dayîn, ma derfet heye ku ev alfabe bê bikaranîn û hejmara kesên ku bi alfabeya kurdî ya erebî dizanin jî gelek kêm e. Lê li Herêma Kurdistanê desthilatiyeke kurdan heye, kurd xwedî derfet in, dibistan hene, medya heye, pergala perwerdehiyê di dest kurdan de ye, digel alfabeya kurdî ya erebî, alfabeyeke latînî jî dizanin, nemaze gava ku dersa zimanekî ewrûpî dibînin.
Li hêla din, mirov dişê bibêje ku ji nîvê kurdan bêhtir kurd îro bi saya alfabeya tirkî ya latînî be jî, jixwe ji bilî 4-5 herfan hemû tîpên alfabeya kurdî ya latînî dizanin. Di zanista perwerdehiyê de gotina transferê heye, bi vê metodê mirov dikare sûd ji rewşa heyî wergire. Lê bi awayê din kurdên xwenda bi carekê dibin alfabenezan (analfabet).
Kurdên ku bi alfabeya latînî bizanibin, li hemû der û cihên dinyayê dikarin bi xêra vê alfabeyê nivîsên li ser tabela, lewhe, camekan û her wekî din bixwînin û cilika xwe ji avê derxin. Lê warê alfabeya erebî berteng e, ji bilî welatên misliman li cihekî nayê bikaranîn. Loma dema ez rewşa kurdan, parçebûna wan, derfet û mercên heyî û rewşa cîhanê, teknolojiyê, amûrên elektronîk û herf û zimanê ku di wan waran de tên bikaranîn, didim ber çavan, meyla min bêhtir ber bi tercîhkirina alfabeya kurdî ya latînî ve diçe.
Jixwe di encamnameya Konferansa Zanistî ya Zimanê kurdî de, ku di rojên 19-22’yê Rezbera 2011’an
de li Hewlerê pêk hat, biryarek jî ew bû ku heta kurd bibin xwedî alfabeyekê, lazim e her du alfabeyan bi awayekî paralel bi kar bînin, ku ev biryar jî tenê halê hazir ji bo Başûr guncan e. Digel vê, bi ya min hewcedariya me bi bernameyeke veguhêzer a kompîterê jî heye ku mirov bikaribe nivîsên bi her du alfabeyên kurdî li hev wergerîne da ku meseleya nezanîna alfabeyê qet nebe piçek be jî ji holê rabe.
Bi pêkanîna yek alfabeyê dê kurd ji nav xwe dîwarekî gelek zexm, astengeke gelek mezin hilînin. Eger ev pêk neyê, bi qonaxa demê re, ligel parçebûna welêt û gel, ev yekê dê parçebûna çandê, parçebûna siyasî, parçebûna zimanî jî bi xwe re bîne û siyaseta kurdan a di warê berbihevanîna zaravayan de jî bi ser nekeve. Di warê termînolojiya nû de dê zarava ji hev sûd wernegirin û alfabeya latînî dê bibe alfabeya kurmancî (tevî ya kirmanckî) û alfabeya erebî jî dê bibe alfabeya kurmanciya jêrê (tevî zaravayên dîtir). Em ji bîr nekin ku ziman hîmê çandê û çand jî pêkhênera ruhê hevpar e; ruhê hevpar jî civakê dike netewe. Nexwe awayê din îcar dibe sedema veqetînê.
Têbînî:
1 E. M. Diakonov; Tarîxê Mad (wergera farisî), Tehran, 1345, r. 339. Bnr veguhêzer Celadet Çeliker; “Kurtedîroka alfabên
ku kurdan bi kar anîne”, Zend (Hejmar 2, Havîn 1994), Weşana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 1994, r. 7-16
2 Ji bo agahiyên berfireh bnr Ebdullah Memê Mehmed (Hoko) Xanî Varli; Dîroka Dugelên kurdan (derpêç 1), Weşanên
Sîpan, Stenbol, r. 20-59, her wiha bnr Celadet Çeliker; “Kurtedîroka alfabên ku Kurdan bi kar anîne”, Zend (Hejmar
2, Havîn 1994), Weşana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 1994, r. 7- 16 û Mamoste Qedrî (Prof. Dr. Kadri
Yıldırım); “Dîroka zimanê kurdî ya nivîskî û perwerdeyî ya di konsepta medreseyê de”, Zend (Zivistan 2006),
Weşana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2006, r. 8-20
3 Amir Hassanpour; Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil 1918-1985, Weşanên Avesta, Stenbol, 1997, r. 513-518
4 Dr. Abdullah Cevdet; “Bir Hitap”, Rojî Kurd (hejmar 1), Weşanên War, Stenbol, 2002, r. 16-17
5 Süleymaniyeli Mesud; “Harflerimiz ve Okuma Kolaylığı”, Rojî Kurd (hejmar 1), Weşanên War, Stenbol, 2002, r. 29-30
6 Roji Kurd Mecmuası Yüce Müdürlüğüne; Rojî Kurd (hejmar 2), Weşanên War, Stenbol, 2002, r. 56-58
7 Modanî X.; “Ziman”, Rojî Kurd (hejmar 3), Weşanên War, Stenbol, 2002, r. 87-88
8 Ev alfabeya Xelîl Xeyalî, di sala 2004’an de li Stenbolê ji aliyê Weşanên Hîvdayê ve careke din hatiye çapkirin.
9 M. S. Azîzî; “Harflerimiz ve Okuma Kolaylığı”, Rojî Kurd (hejmar 2), Weşanên War, Stenbol, 2002, r. 55-56
10 Bnr Doç. Dr. Mamoste Qedrî; “Dîroka xet û alfabeyên ku kurdan bi kar anîne û berhemên ku bi wan nivîsandine”,
3’yemîn Rojên Wêjeyê Li Diyarbekirê Konferansa Zimanê Kurdî, Weşanên Mudûriyeta Çand û Turîzmê ya
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Amadekar: Samî Tan, Davût Ozalp, Stenbol, 2006, r. 95-113
11 Bnr Doç. Dr. Mamoste Qedrî, berhema navborî, r. 95-113
12 Têmûrê Xelîl; “ Elfabeya Pêşin, romana pêşin û romannivîsê pêşin”, www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.
asp?MemberNr=30&RubricNr=&ArticleNr=4399, roja têketina malperê: 25.02.2012
13 Amir Hassanpour; Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil 1918-1985, Weşanên Avesta, Stenbol, 1997, r. 513-518
14 Prof. Dr. Marif Xeznedar; “Mêjûya danîna alfabeya zimanê kurdî”, Zend (Zivistan 2010), Weşana Enstîtuya Kurdî
ya Stenbolê, Stenbol, r. 74-79
15 Wek agahî divê ez diyar bikim ku ji vî aliyî ve ez dê sadiqî eslê awayê nivîsandina Celadet Bedirxan nemînim û ez
dê wan her du herfan wekî niha binivîsim; ango ez ê cihê wan bi hev biguhêrim.
16 Celadet Bedirxan; “Pêşgotineq”, Hawar 1 hejmar 1-23, Weşanên Nûdem, Stockholm, 1998, r. 263
17 Celadet Bedirxan; berhema navborî, r. 264
18 Celadet Bedirxan; berhema navborî, r. 264
19 Celadet Bedirxan; “Elfabêya Qurdî, dûmahiq 2”, Hawar 1 hejmar 1-23, Weşanên Nûdem, Stockholm, 1998, r. 48
20 Komîsyon; “Ziman”; Hêvî (hejmar 1), Weşana Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Parîs, 1983, r. 10-18
21 Celadet Bedirxan; “Elfabêya Qurdî, dûmahiq 2”, Hawar 1 hejmar 1-23, Weşanên Nûdem, Stockholm, 1998, r. 48
22 Osman Sebrî; Elifbêya Kurdî, Weşanxane?, Cih?, Sal ?
23 Amed û Zîn; Welatparêzê hêja Apo (Osman Sebrî) wiha dipeyive, Weşanxane?, Parîs, 1991, r. 78-79
24 Komîsyon; “Ziman”; Hêvî (hejmar 1), Weşana Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Parîs, 1983, r. 10-18
Referans:
Amed û Zîn; Welatparêzê hêja Apo (Osman Sebrî) wiha dipeyive, Weşanxane?, Parîs, 1991
Azîzî, M. S.; “Harflerimiz ve Okuma Kolaylığı”, Rojî Kurd (hejmar 2), Weşanên War, Stenbol, 2002
Bedirxan, Celadet; “Pêşgotineq”, Hawar 1 hejmar 1-23, Weşanên Nûdem, Stockholm, 1998
Bedirxan, Celadet; “Elfabêya Qurdî, dûmahiq 2”, Hawar 1 hejmar 1-23, Weşanên Nûdem, Stockholm, 1998
Çeliker, Celadet; “Kurtedîroka alfabên ku kurdan bi kar anîne”, Zend (Hejmar 2, Havîn 1994), Weşana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 1994
Cevdet, Dr. Abdullah; “Bir Hitap”, Rojî Kurd (hejmar 1), Weşanên War, Stenbol, 2002
Hassanpour, Amir; Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil 1918-1985, Weşanên Avesta, Stenbol, 1997
Komîsyon; “Ziman”; Hêvî (hejmar 1), Weşana Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Parîs, 1983
Mesud, Süleymaniyeli; “Harflerimiz ve Okuma Kolaylığı”, Rojî Kurd (hejmar 1), Weşanên War, Stenbol, 2002
Roji Kurd Mecmuası Yüce Müdürlüğüne; Rojî Kurd (hejmar 2), Weşanên War, Stenbol, 2002
Sebrî, Osman; Elifbêya Kurdî, Weşanxane?, Cih?, Sal ?
Têmûrê, Xelîl; “ Elfabeya Pêşîn, romana pêşîn û romannivîsê pêşîn”, www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp
?MemberNr=30&RubricNr=&ArticleNr=4399, roja têketina malperê: 25.02.2012,
Varlı, Ebdullah Memê Mehmed (Hoko) Xanî; Dîroka Dugelên Kurdan (derpêç 1), Weşanên Sîpan, Stenbol
X, Modanî.; “Ziman”, Rojî Kurd (hejmar 3), Weşanên War, Stenbol, 2002
Xeznedar, Prof. Dr. Marif; “Mêjûya danîna alfabeya zimanê kurdî”, Zend (Zivistan 2010), Weşana Enstîtuya Kurdî ya
Stenbolê, Stenbol
Yıldırım, Kadri (Mamoste Qedrî ); “Dîroka zimanê kurdî ya nivîskî û perwerdeyî ya di konsepta medreseyê de”, Zend
(Zivistan 2006), Weşana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2006
Yıldırım, Kadri (Mamoste Qedrî); “Dîroka xet û alfabeyên ku kurdan bi kar anîne û berhemên ku bi wan nivîsandine”,
3’yemîn Rojên Wêjeyê Li Diyarbekirê Konferansa Zimanê Kurdî, Amadekar: Samî Tan, Davut Ozalp, Weşanên
Mudûriyeta Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Stenbol, 2006
*** Ev nivîsar di Kovara Zendê [Hejmar: Havîn, 2012, Weşanên Enstîtuya Kurdî] de hatiye weşandin.