Loading...
Skip to Content

Atolyeyên Zimên

Atolyeyên Zimanî


KURMANCÎ

Asta Yekem

Asta yekem ji bo wan kesan e ku qet bi kurdî nizanin. Kesên ku bi rêk û pêk li vê astê berdewam bikin û pêwîstiyên wê bi cih bînin, di dawiya wê de:

  • dikarin diyalog û nivîsên kurt û sivik bixwînin û fam bikin;
  • dikarin gotinên bingehîn ên rojane fam bikin û bi kar bînin;
  • dikarin xwe û kesên din bidin nasandin û bêjin ka bi xwe û kesên din ji ku ne, li ku dijîn û çend salî ne;
  • dikarin peywendiyê di gel kesên axêver daynin û wan fam bikin gava ku ew kes bi hêdî biaxivin.

Asta Duyem

Asta duyem ji bo wan kesan e ku bi kurdiya rojane yan bi devoka xwe dizanin, lê nikarin bixwînin û binivîsin û pêwîstiya wan pê heye ku kurdiya xwe pêşve bibin. Beşdarên vê astê di dawiya wê de:

  • asta xwendin û nivîsîna wan bi kurdî di wê astê de dibe ku dikarin metnên nîsbeten dirêj bixwînin û fam bikin;
  • zehmetiyê nakêşin gava ku di gel axêverên siruştî yên kurdî diaxivin, bi hêsanî wan fam dikin.
  • dikarin metneke hêsan binivîsin.

Asta Sêyem

Ev ast ji bo wan kesan e ku asta duyem bi serkeftî bi dawî kirine. Beşdarên vê astê di dawiya wê de:

  • êdî dikarin bi rehetî metneke edebî bixwînin û fam bikin;
  • dikarin metneke dirêj bi gotinên pêşiyan û biwêjan binivîsin;
  • dikarin bi awayekî herikbar biaxivin.

Asta Çarem

Kesên ku asta sêyem temam bikin dikarin beşdarî vê astê bibin. Di vê astê da tevî rêzimana kurdî, dersên dîrok û edebiyatê jî tên dayîn; ev ast rû bi rû tê birêvebirin û sê mehan berdewam dike.


Atolyeyê Ziwanî


KIRMANCKÎ

Duşto Yewin

Kesê ke qet kirmanckî nêzanenê, duşto yewin seba înan o. Kesê ke biserûber nê duştî dewam bikerê û lazimîyanê ey ca biyarê, peynîya nê duştî de:

  • eşkenê dîyalog û nuşteyanê kilm û şenikan biwanê û fam bikerê
  • eşkenê qeseyanê bingeyênan ê rojaneyan fam bikerê û bixebitnê;
  • eşkenê xo û kesanê bînan bidê şinasnayene û vajê ke ê bi xo û kesê binî kotî ra yê, kotî de ciwîyenê û çend serrî yê; 
  • eşkenê qiseykerdoxan de tekilîyan bironê û wexto ke qiseykerdoxî hêdî qisey bikerê eşkenê înan fam bikerê.

Duşto Dîyin

Kesê ke bi kirmanckîya rojaneyî yan zî fekê xo zanenê, labela nêeşkenê biwanê û binusê û wazenê ke kirmanckîya xo aver biberê, duşto dîyin seba înan o. Peynîya nê duştî de:

  • êdî eşkenê metnanê hîna dergan biwanê û fam bikerê;
  • wexto ke ê bi kesanê qiseykerdoxanê xozayî yê kirmanckî de qisey bikerê êdî zehmetî nêancenê, bi asanî înan fam kenê;
  • eşkenê metnêko asan binusê.

Duşto Hirêyin

Kesê ke duştê dîyinî ra bi serkewte vîyertî, duşto hîrêyin seba înan o. Peynîya nê duştî de:

  • eşkenê bi rehetî metnêko edebî biwanê û fam bikerê;
  • eşkenê metnêko derg bi vateyanê verênan û îdyoman binusê;
  • eşkenê bi asanî û rehetî qisey bikerê.

کارگەکانی زحمان / Kargekanî Ziman


SORANÎ

Asta Yekem

Asta yekem ji bo wan kesan e ku qet bi kurdiya naverast (soranî) nizanin. Ji bo vê astê pêwîst e ku kesên beşdar yan kurmancî yan jî kirmanckî (dimilî) baş bizanin. Kesên ku bi rêk û pêk li vê astê berdewam bikin û pêwîstiyên wê bi cih bînin, di dawiya wê de:

  • dikarin alfabeya aramî bixwînin;
  • dikarin diyalog û nivîsên kurt û sivik bixwînin û fam bikin;
  • dikarin gotinên bingehîn ên rojane fam bikin û bi kar bînin;
  • dikarin xwe û kesên din bidin nasandin û bêjin ka bi xwe û kesên din ji ku ne, li ku dijîn û çend salî ne;
  • dikarin peywendiyê di gel axêveran daynin û wan fam bikin gava ku ew kes bi hêdî biaxivin.