Loading...
Skip to Content

KOMELEYA LÊKOLÎNÊN KURDÎ

ZIMANÊ ME ÇARENÛSA ME YE; Û ÇARENÛSA XWE EM DIYAR DIKIN.

Nûçeyên herî dawî

Newroza We Pîroz Be!

Newroza We Pîroz Be!

Newroza Şima Pîroz Ba!

ینەورۆزتان پیرۆز بݵت  

...

8ê Adare Pîroz Bo!

Roja Cîhanî ya Cinîyanê Kedkaran Pîroz Ba!

...

Podcastên Komeleya Lêkolînên Kurdî êdî di weşanê de ne!+

Rêzepodcastên Komeleya Lêkolînên Kurdî êdî berdest in!

Weke Komeleya Lêkolînên Kurdî em p...

Achievements

Di atolyeyên me yên 2024an de ji bo atolyeyên zimên ên mezinan 550 kesan, ji bo yên zarokan jî 78 zarokan serî li kursên me da.


Pirsek an pêşniyareke we heye? Xwe bigihînin me.


PIRS Û BERSIV

Zimanê kurdî di kîjan koma zimanî de ye?
Kurdî ji aliyê binyadî ve di koma zimanên hind-ewropî de û di beşa zimanên îranî de ye. Di beşa zimanên îranî de zimanên ku di koma bakurrojavayî de cih digirin, ji wan zimanan zimanê medî serdema kevnare, zimanê partî serdema navîn û zimanên din ên mîna kurdî, belûcî, tatî, gîlekî, talîşî jî serdema nû temsîl dikin. Her wiha, zimanên wekî îngilîzî, fransizî, îspanyolî, rûsî jî di heman koma zimanan de di bin beşên din de dabeş dibin.
Çend zaravayên kurdî hene?
Heft zaravayên kurdî hene. Ev hewramî (goranî), kelhurî, kirmanckî, kurmancî, lekî, lorî û soranî ne.
Li ser vê mijarê gotarê bixwîne.
Li ser vê mijarê li podcastê guhdarî bike.
Zaravayên kurdî li ku tên axaftin?
Zaravayê kurmancî li bakur, başûr, rojava û rojhilat û li diyasporayê tê qisekirin. Her wiha, li welatên wekî Ermenîstan, Gurcistan, Azerbaycan, Qazaxistan û hwd. jî tê axaftin. Zaravayê kirmanckî li bakur li bajarên wekî Mûş, Bîngol (Çewlik), Dêrsim, Xarpêt, Riha, Semsûr û hwd. heye. Her wiha li diyasporayê jî tê axaftin. Zaravayê soranî li başûr û rojhilat û her wiha li diyasporayê tê dengkirin. Zaravayê hewramî (goranî) li başûr, rojhilat û diyasporayê û zaravayê kelhurî li rojhilat tên axaftin. Zaravayên lekî û lorî jî li rojhilat û li diyasporayê tên xeberdan.
Kurdan kîjan alfabe bi kar anîne?
Kurdan alfabeya bizmarî (mixî) û alfabeyên aramî, yewnanî, Bînoşad û Masî Sûratî, avestayî, pehlewî, êzidî (herfên sir/hurûf-ell sir), erebî / aramî, latînî, kîrîlî û ermenî bi kar anîne. Her wiha, alfabeya Î. Marogûlov û Ereb Şemo jî hatiye xebitandin.
Li ser vê mijarê gotarê bixwîne.
Li ser vê mijarê li podcastê guhdarî bike.
Zimanê kurdî ji hêla teşe û dirûv ve çawa ye?
Zimanê kurdî ji hêla teşe û dirûv ve tewangbar e û qertafan digire. Navdêr û cînavk li gorî peywira xwe ditewin (ergatîvî). Her wiha peyv qertafên pêşgir û paşgir digirin, carinan jî qertaf dikeve navbera du peyvan û wateyeke nû lê bar dike.